Li sepana KADESê, Kurdî jî bar kirine
Sepanê heta niha bi tirkî, erebî, farisî, ingilîzî, rûsî û fransizî kar dikir, lê li sepanê zimanê kurdî, almanî, ispanyolî, ozbekî û kizgizî jî zêde kirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kurdî jî di nav de 5 zimanên din li Sîstema Gilîkirinê ya Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) a Wezareta Karûbarên Navxweyî zêde kirine.
Sepanê heta niha bi tirkî, erebî, farisî, ingilîzî, rûsî û fransizî kar dikir, lê li sepanê zimanê kurdî, almanî, ispanyolî, ozbekî û kizgizî jî zêde kirine.
Navenda Mafên Jinan û Komîsyona Kurdî ya Baroya Amedê ji bo di vê sepanê de kurdî jî bê zêdekirin di meha Adarê de serî lê dabûn.
Derbarê KADESê de
Sepaneke fermî ye û Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ew amade kiriye. Ji bo kêmekê jî be tundkarî, tacîz tiştên mîna wê yên li jin û zarokan dibin asteng bike, çêbûye. Di van rewşan de bikarhênerên sepane ji bo midaxeleya lezgîn dikarin wê bikar bînin. (RT/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.