Jî bo nûçeya Tîrkî bitikîne
Li navçeya Şemzînanê yê Colemêrgê li herêma gundê Tekeliyê ji hêla hêzên PKKê ve li dijî baregeha leşkerî êriş hat kirin û di encamê de 2 leşker canê xwe ji dest dan 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Şemdinlihaber.gen.trê li çoltera gundê Tekeliya Şemzînanê ku nêzî sînorê Herêma Kurdistanê li herêma Mergesavê ye di saet 12:00an de bi hewan û çekên lûledirêj ve li dijî baregeha leşkerî êriş hat kirin.
Di encama wê êrişê de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşker jî birîndar bûn.
Li wê herêmê şer dewam dike û balafirên şer jî sewqî wir kirin.
(NV/YO)