Fotograf: Medyaya civakî
Li nêzî Çiyayê Gomanê, di nava sînorê gundê Nêrkole yê Şemzînana Colemêrgê duh bi şev agir bi daristanê ketiye. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê agir bi saetan e didome û her diçe belav dibe. Heta niha midaxileyî şewatê nehatiye kirin û leşker nahêlin ku gundî jî midaxile bikin.
Serokê Yekîtiya Odeya Esnaf û Sinetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekînî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî banga vemirandina agirî li saziyên fermî kiriye.
Tekînî wiha nivîsiye: "Li Şemdînanê daristanên me dişewitin. Di demên dawî de li welêt ji ber şewata daristanan em hemû bûn şahid ku bê çi karesat çêbû. Ji bo vemirandinê welêt seferber bû. Em li hêviyê ne heman hestiyarî ji bo vir jî çêbibe. Divê demildest midaxele were kirin."
Şemdinli'de ormanlarımız yanıyor. Son zamanlarda ülkede orman yangınları ile ne felaketler yaşandığına hepimiz şahit olduk. Söndürmek içinde ülke olarak seferber olduk. Aynı duyarlılığı burası içinde bekliyoruz. Derhal müdahale edilmeli.@SemdinliBldyesi@TCTarim pic.twitter.com/0S7g2hIgGl
— Muharrem Tekin (@tknmuharrem) August 17, 2021
Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dedeyî jî li ser hesabê xwe banga vemirandina agirî kiriye. (FD)