Komeleya Berî Her Tiştî Zarok derbarê encamên erdhejên 6ê Sibatê de li Semsûrê rewşa zarokan lêkolîn kiriye.
Li gorî rapora Komeleyê, zarok gelek kêm dikarin mafê lîstikê, mafê perwerdehîyê, mafê tenduristê bi dest bixin.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, ji erdhejên 6ê Sibata 2023yan û vir ve, di serî de li Semsûr û Mereş, Meletî, Hatay û Dîlokê yên ku erdhejê bandoreke mezin li wan kiribû xebatan dike.
Komeleyê di navbera 12 û 19ê Tebaxa 2023yan de li Semsûrê lêkolînek derbarê rewşa zarokan de kir.
Navenda Xebatên Meydanî ya Sosyo-Politik li ser navê Komeleya Berî Her Tiştî Zarokê ev kar bi piştgiriya “Sivil Duşun”ê pêk anî.
Ji bo vê xebatê li gund û çolterên Semsûrê, li ser kêmasî, hewceyiyên zarokan ê û mafên wan ên di dema erdhejê de û piştî erdhejê hatine binpêkirin bi 215 malbatan re hevdîtin hatin kirin.
Li gorî raporê di mafê lîstikê, mafê perwerdehîyê, mafê tenduristê û bidestxistina mafên mirovan ên din de kemasîyên mezin hene.
"Ji mafê perwerdeyê bêpar in"
Piştî lêkolînen Komeleyê kirin, xuya bû ku li çoltera Semsûrê rêjeya xwendin û nivîsînê gelekî kêm e. Derketiye holê ku asta perwerdehîyê ya ji 3 paran 2 parên koma lêkolînê di bine lîseyê de ye. Vê encamê nîşan daye ku mafê perwerdehîyê yên zarokên ji 18 salî biçûktir, bi hin sedeman hatîye binpêkirin. Ji %70,7ê tevahiya koma lêkolînê, ne xwedîyê sîgortayekê ne. Di nava vê komê de yên ku xwedîyê ‘Yeşil Kart'ê (Karta Kesk) ne bi tenê dikarin xwe bigihîjînin xizmetên tenduristê. Di serî de teqawidî, rêjeya tê behskirin, xuya ye ku ne xwedîyê mafên ewlehîya civakî in. Ev rewş dîyar dike ku di serî de mirovên mecbûr in abora xwe bi cotkarî û ajelvanîyê bikin, nêzî ji 3 paran 2yê mirovan wê mecbûr bimînin heta sax bin bixebitin.
Yek ji xebatên herî giring ku divê li herêma erdhejê ji bo mirovan bên kirin, xebatên piştgirîya Psîko-Sosyal e. Ji %97,7ê beşdarên xebatê gotine ku ew nikarin xwe bigihîjînin vê xizmetê. Li gorî nirxandina Komeleyê, “Ev xebat gelekî giring in ji bo ku hem zarok hem dê û bav vegerin jiyana xwe ya normal. Lê li çoltera Semsûrê hema bibêjin negihîştine ti kesî. Ev yek nîşan dide ku di tekoşîna teravmayên xwe de ev mirov tenê hatine hiştin.” (FD)