Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê derbarê Serokê Komeleya Hevkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî(DIAYDER) Ekrem Baran, Jimêrkar Reza Ogûr û Serokê berê Mehmet Şîmşekî de bi îdîaya ku "pêbawerî bi awayekî ne li rê bikaranîne" doz vekiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di îdianameya ku hatiye amadekirin de di kontrolkirina mufettişên Wezareta Navxweyî de qeydên ku divê di lênûska qeyda evrakan a bi dîroka 22ê Gulana 2009an a DÎAYDERê û lênûska hesabgirtinê de hebin, cih negirtine.
Di rapora ku ketiye dosyaya lêpirsînê de hatiye gotin ku belgeyên komeleyê kêm in, pereyên hatine bexşkirin di qaseya komeleyê de nebûne, tu belgeyên ji bo cihê pere lê hatiye xerckirin nehatiye dîtin.
Di îdîanameyê de hatiye diyarkirin ku li dijî Qanûna Komeleyan mûxalefetî kirine û “pêbawerî xerab bikar anîne.” Her weha ji bo Serokê Komeleyê Ekrem Baran, Serokê Berê yê Komeleyê Mehmet Şîmşek û jimêrkar Riza Ogûr re ji salekê heta 7 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin. (RT/AY)