Konsereka Lawjeyê ya li Stenbolê (Wêne: Murat Bayram/bianet)
Konserên koma mûzîkê ya Lawjeyê dê li bajarên Mêrdîn, Amed û Êlihê bin.
Koma Lawjeyê komeka mûzîkê ye ku bi entrûmanên klasîk û modern stranên klasîk ên kurdî dibêje. Solîstê komê Ali Tekbaş e.
Kom dê 18ê Kanûna Paşiyê(Çile, meha yekem) li Mêrdînê, 19ê Kanûna Paşiyê li Amedê û 20ê Kanûna Paşiyê li Êlihê di konseran de bistirin.
Komê dîrokên rêzekonserê li hesabê xwe yê Twitterê weşandiye.
18 Çile/Ocak Mêrdin
— LaWje (@LawjeOfficial) 15 Ocak 2019
19 Çile/Ocak Amed
20 Çile/Ocak Elih
Rêzekonserên Lawje. pic.twitter.com/LkgmBJjg5n
Koma Lawjeyê
Lawje yek ji wan komên muzîkê ye ku di salên dawiyê de bi nûjenkirina stranên folklorîk ên herêma Colemêrgê, bi nav û deng bûye.
Solîstê koma ku ji çar kesan pêk tê Alî Tekbaş e. Kom li gel amûrên klasîk ên muzîkê bi amûrên modern, muzîka kurdî ya klasîk nûjen dike.
Wêne: Murat Bayram/bianet
Kom bi taybet li ser ew muzîka ku bi herêma Colemergê tê naskirin kar û xebatê dikin. Kom vê muzîkê li gorî formên modern ên cîhanê ji nû ve saz dikin û pêşkêşî muzîkhezan dikin.
(MB)