Li Şaredariya Bêgiriyê qayûm hat tayînkirin
Qaymeqamê Bêgirê Mehmet Fatih Çelikel piştî binçavkirina Hevşaredar Mehmet Ali Tunç îro weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Qaymeqamê Wan Bêgiriyê Mehmet Fatih Çelikel li şaredariya navçeyê weke qayûm hat tayînkirin.
Polîsan duh avêtibûn ser avahiya Şaredariya Bêgiriyê û Hevşaredar Mehmet Ali Tunç desteser kiribûn.
Piştî Tunç hat desteserkirin wî birine Şaxa Temê ya Edremîtê û heta 5 rojan hevdîtina bi parêzer û malbatê re, lê hat qedexekirin.
Heta îro (17ê Çileyê) li 58 şaredariyên DBPî qayûm hatine tayînkirin û 76 hevşaredarên DBPî jî hatine girtî ne.
(YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.