Li Şamê, paytexta Sûriyeyê êrîşa bombeyî: Herî kêm 6 kes mirine
Li herêma Seyyîde Zeynep ku li bejahiya Şamê ye bi motosîkleteke bombebarkirî êriş pêk hatiye. Di êrişê de herî kêm 23 kes birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê duh (27ê Tîrmehê) li bajaroka Seyyîde Zeynepê ku li bejahiya Şamê ye êrîşeke bombeyî pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin ku di êrîşa bi motosîkleteke bombebarkirî de herî kêm 6 kes mirine û 23 kes jî birîndar bûne.
Hatiye destnîşankirin ku êrîş di meha Muherremê de pêk hatiye. Di vê mehê de Îmam Huseyîn, neviyê pêxemberê Îslamê Mihemed û 72 kesên pê re li Kerbelayê hatibûn kuştin. Her weha di vê mehê de ango meha Muharremê de şîna wan tên girtin.
(VC/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.