Li Sakaryayê li dijî DAIŞê operasyon hat kirin
33 kesên ku hatin desteserkirin birine edliyeyê.

Li Sakaryayê li dijî DAIŞê operasyon hat kirin û 33 kes hatin desteserkirin.
Operasyon di bin koordinasyona Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê û Serokatiya Daîreya Dije Terorê û Serokatiya Îstixbaratê ya Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê de ji aliyê Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dije Terorê ya Rêvebiriya Emniyeta Bajar ve hat kirin.
Di encama operasyonan de 33 gumanbar hatin desteserkirin. Karên îfadeyê yên gumanbaran yên li emniyetê vê sibê bi dawî bûn.
Ji bo kontrola tenduristiyê gumanbar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yenîkentê. Her weha piştî kontrola tenduristiyê birin edliyeyê.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.