Li gor agahiyan karkerê Kurd Esat Atabay ji navçeya Cizîra Şirnexê berî 3 mehan ji bo kar çûye bajarê Sakaryayê û ji bo karkerê demsalî.
Atabay îdîa kiriye ku dema wî ligel kesê êrîşî wî kiriye Selîm Çabuk kar dikir rastî helwestên nijadperest bûye û ji ber ev yek qebûl nekiriye rûbirûyê êrîşê hatiye.
Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi etîketa Parêzgarî û Emniyeta Sakaryayê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û gotiye, “Karkerê Kurd Esat Atabay li Sakaryayê di karê findiqan de xebitî, pereyê wî nedanê. Gotin "were em bidin", gava çû yekî ew da axaftin yê din dar ji paş ve lê da! Li hemberî Selîm Çabuk ê ku li wî xist, çi tedbîr hatin girtin?”
Esat Atabay piştî êrîşa ku 26ê Tîrmeha 2022an çêbûye gilîyê Selim Çabuk kiribû lê hêzên emniyetê piştî ku Selîm Çabuk desteser kirine, di nava demjimêrekê de ew berdane.
Li gorî rapora Nexweşxaneya Yenikent ya Adapazariyê ji ber Esat Atabay di serê xwe de darbe xwariye hestiyê serê wî derizî ye.(AY)