Fotograf: MA
Karkerên çandiniyê yên ku ji bo berhevkirina bindeqan çûne Hendekê, navçeya Sakaryayê, li vir rastî êrişa komekê hatiye. Di encamê de zarokê bi navê E.Y. yê 15 salî û Gazî Ageyê 18 salî birîndar bûne.
Karkerên çandiniyê di 4ê Tebaxê de ji Amedê ji bo komkirina bindeqan çûne Taxa Çamlica ya navçeya Hendekê. Ev karker di 27ê Tebaxê de rastî êrîşa 30 salî hatine ku xwediyê erd û xizmên wî jî di nav êrîşkaran de hebûn.
"30 kesî êrîş kir"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, çawîş Mehmet Karakaşî gotiye, di 27ê Tebaxê de li nav zeviyê bindeq berhev dikirin. Dema wan bindeq berhev dikirin neviyê xwediyê zeviyê kevir avêtiye wan. Karakaşî bi van gotinan dewam kiriye:
"Min ew hişyar kir ku keviran navêje, kevir tên li karkeran dikevin. Got, 'Min neavêtiye, lingê min şemitî, kevir ji ber pengizî.' Me got, temam. Piştî demekê, neviyê xwediyê zeviyê çewal avêtin. Li nêzî me lingê wî şemitî û ket erdê. Gava ket, karker li aliyê wî mêze kirin. Wî jî got, 'Hûn li çi mêze dikin kuro! Êvarî gava hûn daketin jêr em ê hev bibînin.' Bi vî awayî gef li me hemûyan xwar."
Karakaşî diyar kiriye ku piştî karên wan qediyaye wan berê xwe daye malê û li bexçeyê malê 30 kasî êrîşî wan kirin: "Dema em çûn malê, li baxçeyê malê 30 kes li benda me bûn. Bêyî ku em bizanibin çi bûye êriş anîn ser me. Di wê navê de Gazî Taş ê 18 salî û E. Y. yê 15 salî bi giranî birîndar bûn. Ew çûn nexweşxaneyê û rapor wergirtin. Piştî êrişê cendirme hatin û em ji wir derxistin derve. Piştre me li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hendekê giliyê wan kir. Bi dû re jî em neçar man eşyayên xwe wergirin û ji navçeyê biçin." (FD)