Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gori daxuyaniya Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê, ji hefteya borî heta niha li herêma Sîbirya û li rojhilatê wê ji ber agirî, zêdetirî 3 milyon hektar daristan şewitî ye.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji 20 herêmên cida 500 cih di bin bandora dixana agirî de mane û 15 hezar wezîfedar ji bo vemirandinê, şandine herêmê.
Li gorî nûçeya di Ajansa Anadolûyê de hatiye weşandin, Vladimir Putin, Serokdewletê Rûsyayê, ferman daye Wezareta Berevaniyê, da ku alîkariyê bidin xebatên vemirandina agirî.
Li ser vê fermanê, Wezareta Berevaniyê 10 balafir û 10 helîkopter şandiye herêmê.
Civînek hatiye li dar xistin
Dmitriy Medvedev, Serokwezîrê Rûsyayê jî li bajarê Krasnoyarskê yê Rûsyayê bi beşdariya wezîran, bi lez û bez civînek li dar xistiye û gotiye ji ber rewşa herêmê karên vemirandina agirî bi zehmetê bi rê ve diçe.
Dmitriy Kobilkin, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Jîngehê jî ji bo xebatên vemirandina agirî, ji Medvedevî daxwaz kiriye ku ji butçeyê 3 milyar rûbleyan (262 milyon TL) veqetîne.
Li gorî yasayên Rûsyayê, heke zerara vemirandina agirê li daristanan ji zerara agirî bi xwe pirtir bibe, walî dikarin biryar bidin da ku agir neyê vemirandin. Jîngeh parêz vê yasayê rexne dikin.
Li gorî daneyên Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê, di meha hezîranê de li Sîbiryayê germahî 10 pîleyan di ser rewşa asayî de bûye.
Ji ber vê rewşê li İrkutsk, Krasnoyarsk, Zabaykalsk, Yakutistan û Buryatyayê lewşa lezgîn hatibû ragihandin. (EMK/FD)
Fotograf: Anadolu Ajansı