Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên dawiyê li cîhanê hejmara pêketiyên Covid-19ê ango koronavirusê bûye 3 milyon û 741 hezar û 244. Hejmara miriyan jî gihîştiye 258 hezar û 509 kesan.
Li Tirkiyeyê test ji bo milyon û 204 hezar û 421 kesan hatiye kirin. Hejmara pêketiyan gihîştiye 129 hezar û 491ê. Heta niha 3 hezar û 520 kes mirine.
Ingilistan
Li gorî daneyên fermî hejmara miriyan li Ingilistanê gihîştiye 29 hezar û 427 kesan. Li gorî vê encamê Ingilistan li seranserê Ewropayê bûye yekem welat ku herî zêde mirin lê hene. Li London, paytexta Ingilistanê welatî bi maskeyan tedbîrên xwe distînin.
Piştî Ingilistan û Îtalyayê hejmara herî zêde li Spanyayê ye ku heta niha 25 hezar û 613 kes mirine. Li Fransayê 25 hezar û 531 kes, li Belçîkayê 8 hezar û 16 kes, li Almanyayê 6 hezar û 993 kes, li Hollandayê 5 hezar û 168 kes mirine.
Rûsya
Heta niha nexweşî li 155 hezar û 370 kesan peyda bûye. Bi vê hejmarê Rûsya gihîştiye hejmara welatên Ewropayê. Di 24 saetên dawiyê de nexweşî li 10 hezar û 102 kesên din peyda bûye. Dîsa di 24 saetên dawiyê de 95 kes mirine û hejmara miriyan li ser hev gihîştiye hezar û 451ê. Heta niha 19 hezar û 865 kes ji vê nexweşiyê filitîne.
Keşmîr
Li bajarê Srinagarê, yê herêma Keşmîra Hindistanê hikûmetê gavên qonaxa sêyem avêtiye. Li gorî van gavan derketina derve hatiye qedexekirin. Hêzên ewlehiyê li kolan û taxan tedbîr standine.
Keşmîr di navbera Pakistan, Hindistan û Çînê de ye. Li ser 222 hezar û 200 kîlometro kareye hatiye avakirin. Piştî ku Hindistan di sala 1947an de bû du perçe, ev der di navbera Pakistan û Hindistanê de ma û bûye sedema gengeşiyê.
Kolombiya
Hikûmetê alîkarî bi wan malbatan kiriye ku li nêzîkî depoya Dona Juanayê ya li başûrê Bogata, paytexta Kolombiyayê dijîn. Artêşa Kolombiyayê zêdetirî 5 hezar paketên alîkariyê belav kirine.
Iraq
Li Kerkûkê di nava sê rojan de test ji bo 3 hezar kesan hatiye kirin. Nêzîkî 200 endamên xizmetguzariya tenduristiyê li 26 deveran mal bi mal geriyane û test kirine ku li van deran hejmara pêketiyan ji nişka ve bilind bûye.
Kanada
Di 24 saetên dawiyê de li Kanadayê 207 kes mirine. Dîsa di heman demê de hejmara pêketiyan hezar û 298 zêde bûye û li ser hev gihîştiye 60 hezar û 772 kesan. (PT/FD)