Li Rûhayê otobêsa karkeran qeza kiriye: 5 kes mirine
Otobêsa ku xebatkarên Nexweşxaneya Elbistanê ji bo meydana pîrozkirina 1ê Gulanê dibir qeza kiriye. Di qezayê de 5 karker mirine, 15 karker birîndar bûne.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Otobêsa ku xebatkarên Nexweşxaneya Elbistanê ji bo meydana pîrozkirina 1ê Gulanê dibir qeza kiriye. Di qezayê de 5 karker mirine, 15 karker birîndar bûne.
Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê karkerên di otobêsê de endamên Sendîkaya Hak-Işê bûne. Dema otobês nêzîkî navçeya Bîrecîkê ya Rûhayê bûye qeza kiriye.
Birîna 4 birîndaran giran e. Birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyan hatine birin.
(AO/MB)
Wêne: Müslüm Etgü - AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.