Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Roja înê Alev Coşkun bûye seroka birêvebiriya rojnameya Cumhuriyetê li ser vê yekê gelek karmendên wê rojnameyê dest ji karê xwe berdaye. Îro jimara karmendên ku dest ji karê xwe berdane bûye 22.
Roja înê Alev Coşkun bûye seroka birêvebiriya rojnameya Cumhuriyetê li ser vê yekê gelek karmendên wê rojnameyê dest ji karê xwe berdaye.
Rêvebiriya nû
Rêvebirên nû yên Weqfa Cumhuriyetê ev in:
Alev Coşkun (serok), Ali Sirmen (Cihgirê serokê), Aykut Küçükkaya, Emre Kongar, Şükran Soner, Kemal Işık Kansu, Orhan Bursalı, Mine Kırıkkanat, Miyase İlknur.
Nêrînên ji-hev cida
Piştî îlankirina navê birêvebirên nû sernûserên pêveka şemiyê, Zeynep Miraç û Özkartal Taner dest ji karê xwe berdane.
Ew kesa pêşiyê dest ji karê xwe berdayî Asli Aydintaşbaş bûye.
Karmendên Cumhuriyetê diyar kirine ku nêrînên wan û yên birêvebiriyê li hev nakin ji ber wê wan dest ji karê xwe berdaye.
(PT/ÇT/MB)