Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sînan Aygul, Derhênerê Weşana Giştî yê Bîtlîs News û Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bedlîsê di sala 2015an de ji ber nûçeyekî ku di bitlishaber.com.tryê de weşiyabû hatibû dadgehkirin. Wê demê xwediyê bitlishaber.com.tryê ew bûye.
Aygul di sala 2018an de bi hinceta ku mercên betalkirina hukmê binpê kiriye carekê din derketiye pêşberî dadgehê. 2em Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan li rojnamegerî birîye.
Nûçeya ku Aygul ji ber wê ceza xweriye, hevpeyvîna bi navê "Bitlisli Mele Ergül: Hendekler ilahi bir haktır (Mele Ergulî Bedlîsî: Xendek mafekî xwedayî ye)" ku bi otomatîkî bi botên nûçeyan ên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê hatiye kişandin.
Aygul di danişînê de axiviye û diyar kiriye ku ew parastina xwe ya di sala 2018an de kiribû, dubare dike. Aygul daye xuyakirin ku nûçeyên li ser Bedlîs û navçeyên wê yên di malpera wî de hatine weşandin, bi bernameya bi navê 'bota nûçeyan' bi awayekî otomatîk ji malperên din hatine girtin û bêyî ku konrtol bike di malperê de weşandiye.
Rojnameger Aygul " Di dema weşandina nûçeyan de him agahiya min bi naveroka nûçeyan nîne him jî qesta min di weşandinê de nîne, propaganda hebe jî qesta min nîne."
Dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û li Rojnameger Sînan Aygulî 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan biriye.
Rojnameger Sînan Aygul piştî danişînê bi MLSAyê axiviye û gotiye, doza ku têkildarî hevpeyvîna navborî ye 2 sal li piştî weşandina nûçeyê hatiye vekirin.
Aygulî destnîşan kiriye ku rêya îstinafê vekiriye û ew ê ji biryarê re îtiraz bike.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Bedlîsê di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2016an de ji ber hevpeyvîna bi navê "Bitlisli Mele Ergül: Hendekler ilahi bir haktır (Mele Ergulî Bedlîsî: Xendek mafekî xwedayî ye)" ku di bitlishaber.com.tryê de hatibû weşandin, doz li xwediyê rojnameyê Sînan Aygul vekirîbû.
Hatibû xwestin Aygulî bi sûcê ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ were cezakirin. Dadgehê li ser vê daxwazê bi mercên vegerandina bendê cezayên pere li Aygulî birîbû.
Her weha dadgehê biryara astengkirina bitlishaber.com.tryê ku xwediyê wê Aygûlî bûye, dabû.
(HA/AY)