Li Rojavayê leşkerek miriye
Wezareta Berevaniyê, di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku dema leşkerekî xwestiye midaxele li teqemeniyekê bike, teqîn pêk hatiye û leşker miriye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku di operasyona li Rojavayê de leşkerek miriye.
Daxuyanî li derdora saet 16.00ê hatiye dayîn û bêyî ku navê leşkerî bê nivisandin hatiye gotin ku dema xwestiye teqemeniyê bêbandor bike, teqîn pêk hatiye û leşker miriye.
Operasyona li Rojavayê 9ê Çiriya Pêşiyê dest pê kiribû.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî di 13ê Çiriya Pêşiyê de gotibû ku di encama operasyona li Rojavayê de du leşker û 18 sivîl mirine. 147 kes jî birîndar bûne. Di heman demê de li bajarê Azezê jî du leşker miribûn ku li wir jî operasyona li ser Efrînê pêk hatibû. (AS/FD)
* Fotograf: Müslüm Etgü / AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.