Fotograf: Rûdaw
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiya Covid-19ê ango koronavirusê hin biryarên din ji bo tedbîran daye.
Li gor daxuyaniya Meclîsê ji 13ê Tîrmeha 2020an û pê de tevahiya sînorên di bin desthilatiya Rêveberiya Xweser de ne wê bên girtin.
Kesên ku ji heman dîrokê û şûn de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin wê ji bo 14 rojan werin karantînekirin.
Rêveberiyê biryar daye ku destûr nedin ti cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.
Heke şîn, şahî û merasim pêk werin divê li gor mercên pabendbûna bi tedbîrên tendirusiyê ve bin da û divê xelk li wan cihan ji hev dûr bisekinin.
Meclîsa Rêveberiya Xweser diyar kiriye ku heta ezmûnên wan bidawî bibin wê ev biryar ji xwendekaran neyên pêkanîn lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bên girtin.
Rêveberiya Xweser piştî Covid-19 li herêmên di bin desthilata hikumeta Sûriyeyê û dewletên cîran berbelav bûye, biryarên nû daye. (FD)
*Çavkanî: Rûdaw, Hawarnews