Fotograf: Rûdaw
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku 19 kesên din ku bi Covid-19ê ango koronavirusê ketine û yek ji wan miriye.
Li gorî nûçeya Hawarnewsê, Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotiye ku 19 kesên din li herêmê bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.
Li gorî desteyê 14 kes li herêma Cizîrê û 5 kes jî li Şehbayê ne.
Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye 138 û 6 kes jî mirine. Her wiha 10 kes jî baş bûne.
Tê zanîn ku beriya niha li herêma Cizîrê 97 kes, li Şehbayê 19, li Reqayê 9, li Kobanê 4 û li Dêrazorê 8 kes bi Koronavîrusê ketibûn. Her wiha hate zanîn ku 3 xebatkarên tenduristiyê jî bi vîrusê ketine.
Duh li Sûriyeyê 67 kes nexweş ketine
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûriyeyê jî duh aşkere kiribû ku li Sûriyeyê 67 pêketiyên nû hatine tespîtkirin. Wezaretê diyar kiriye ku 18 kes jî baş bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) Wezaretê gotiye ku heta niha hezar û 255 kes bi vê nexweşiyê ketine û ji van 364 kes baş bûne, 52 kes mirine. (FD)