Ji bo nûçeya Tirkî
Li gundê Roboskiyê ya girêdayê navçeya Qilebana Şirnexê, duh êvarê bi ser welatiyên ku li ser xeta sînor bazirganiyê dikin gule hat reşandin û di encamê de ciwanê bi navê Vedat Encu (18) hate kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
AA û DHAyê îdiakirin ku ew kesên ku rastî gulebaranê hatine ne sivîl in. Lê daxuyaniya ku roboskiyan de hat ragihandibn ku êriş li dijî welatiyên sivîl pêk hatiye.
Em bi Yannis Vasilis Yaylaliyê ku redkarê wicdanî ye û li Robaskiyê jî dijî re derbarê wê bûyera duh êvarê de axivîn.
‘Li cihê ku 34 kes hatibûn qetilkirin’
Li Roboskiyê duh şevê çi bû, çi qewimî?
Duh şevê di navbera saetên 21:30-21:45an de cihê ku 5 sal ewil lê qetlîam pêk hatibû, hate bombekirin.
Gundiyên ku nava rojê ji bo bazirganiyê derbasî bin xeta sînor bûbûn, dema êvarê diziviriyan gundê xwe rastî êrişa bombebaranê hatin. Bombebaran him ji hêla Tabûra Gulyaziyê û him jî ji Qereqola Beyaz Tepeyê hat kirin.
Li gorî agahiyên bidestketî, piştî topbarana yekem 15-20 kesên di nav karwanê de direvin wî aliyê sînor. Piştî 15-20 deqe ji ser bombebaranê derbas dibe, agahiya bombebaranê digihêje gund û gundî ber bi cihê bûyerê ve diçin.
Weke cara din dîsa ew kesên ku bombebaranê pêk anîne dîsa li holê nebûn.
Hat gotin ku ambulansek hatiye şandin, lê min li wir ambûlansê nedît. Ez wisa bawer dikim ku ambulans ne ji bo birîndaran, ji bo hilanîna cenazeyê Vedat Encu hatibû şandin.
‘Ew kesên ku reviyabûn wî aliyê sînor zivirîn an na?’
Na, nehatin. Parlamenter Ferhat Encu wê were vir. Piştî ew hat dê ew kesan jî hewl bidin ku bizivrin.’
‘Ew serbaz li Roboskiyê nehat kuştin’
Behsa serbazekî ku li herêmê hatiye kuştin dikin. Hin saziyên medyayê radigihînin ku li cihê ku bombebarean pêk hatiye, serbazekî hatiye kuştin…
Tu eleqeya cihê ku wî sebazê kuştî bi vir re nîne. Ew pevçûn li jora herêmê, li derdora gundê Andaçê pêk hat.
Tu eleqeya wê bûyerê bi Roboskiyê re nîne.
Li vir tu pevçûn çênebûye. Bi ser welatiyên ku li ser sînor bazirganiyê dikirin bi zanetî gule hat reşandin. Di destê hezên dewletê de gelek kamerayên termal û materyalên din jî hene. Gav bi gav gundî tên şopandin. Malbatên kesên ku ji bo bazirganiyê ber bi sînor ve çûne zêdeyî cerdevan in. Ji ber vê yekê dewlet her tim ji çûyî-hatina wan agahdar e.
Gelo çima gule hatiye reşandin?
Nizanim. Dibe ku xwestibin tolê jî hildin û peyam bidin. Lêbelê her kes dibeje ku ew ye hewldana komkujiyê ye.
‘Moralê gundiyan xerabe’
Îro rewş çawa ye? Operasyon berdewam dike?
Li cihê ku em lê ne operasyon tine. Dema dibe êvar car caran topbaran pêk tê. Ji wê zêdetir tu hewldaneke bejahî nîne.
Moralê gundiyan çawa ye?
Bêguman moralê gundiyan gelek xerab e. Vê yekê weke duyemîn Qetlîama Roboskiyê bi nav dikin.
Gundî dibêjin ku ji ser Qetlîama Roboskiyê 5 sal derbas bû û tu tişt nehatiye kirin û gelo bi vê yekê dixwazin peyamake bidin me…
Hem xemgîn in, hrm jî bi fikar…
(EKN/YO)