Li Hewagê, navçeya Rihayê, xaniyekî du qat ku di erdhejên 6ê Sibatê de zirar lê ketibû hilweşiya. Di encamê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Kirsal Deliler ya Hewagê deste sibê xaniyê Cemile Arikanê ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerar dîtibû hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê şêniyên derdorê ekîbên tenduristiyê, cendirme û agirkujî û AFADê çûn in cihê bûyerê.
Di encama bûyerê de Cemile Arikan(56) û Serap Urak(49) mirin. Her weha Serdar Urak(38), Fatma Urak(38), Ahmet Urak(15), Ayça Urak(12), Açelya Urak(8), Dilber Bozkurt(34), Adem Arda Bozkurt(13) û Emre Tuna Bozkurt(10) birîndar bûn.
Diyar bû ku 8 birîndar bi derfetên xwe ji bin kavilan rizgar bûn û rewşa wan a tenduristiyê baş in.
Di encama xebata ekîban de termê Cemila Arikan û Serap Urak ji bin kavilan hatin derxistin.
Hat zanîn Cemile Arikan di mala xwe de bi tenê dijiya û zarok û neviyên wê şeva borî ji bajarê Osmaniyeyê hatine serdanê wê.
(HA/AY)