Di 8ê Tebaxê de li Girtîgeha Tîpa Ta bi Hejmara 1a Rihayê 11 girtîyan li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Niha hejmara kesên beşdarî çalakiya grevê bûne derketiye 30an.
Çalakiya greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 1 a Rihayê li dijî binpêkirinên mafan hatibû destpêkirin belav dibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê çalakiya ku beriya niha 19 girtiyan didomand, 11 girtiyên din jî tev li bûne. Girtî bi malbatên xwe re bi telefonê axivîne û diyar kirine ku ji 22ê Tebaxê ve 11 girtiyên din jî tev li çalakiyê bûne.
Di 15ê Tebaxê de 9 girtiyên din jî tev li çalakiya ku 10 girtiyan di 8ê Tebaxê de li girtîgehê dabû destpêkirin bibûn. Tevî koma dawî hejmara girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne derket 30an.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê