Îro di danê sibehê de polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu û endamê Meclisa Ciwanan Omer Kistak hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan bi hêceta “nepeniyê” têkildarî lêpirsînê agahî nedan malbata Aydogdu.
Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser telefonên dayik û bavên Aydogdu. Aydogdu û Kistak birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.
(TY/AY)