Li Riha û navçeyên wê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Rihayê de hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê ya Bajarê Rihayê.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê di çarçoveya lêpirsînê de li navçeyên Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê rêveber û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Di serdegirtinên malan yên li navçeyên Xelfetî û Pirsûsê de heta niha diyar nebûye ku çend kes hatine desteserkirin (TY/AY)