Li Ranyayê balafireke bêmirov nava gundekî bombebaran kir
Li gorî zanyariyên destpêkê 3 kes birîndar bûn. Midûrê Giştî yê Tenduristiyê yê Ranyayê Ferman Ahmetî diyar kir ku 2 ji wan karker in û ew birine nexweşxaneyê.

Li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê, balafireke bêmirov a biçek nava gundê Boskênê bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê, ya ku Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye, cîh û warên nêzîkî navenda gund û dikanan hatiye bombebaran. Di encama bombebaranê de 3 kes birîndar bûne ku 2 ji wan karker in.
Li cihê ku bombe lê ketiye, ziyan gihîştiye malan.
Midûrê Giştî yê Tenduristiyê yê Ranyayê Ferman Ahmetî ragihand ku her du karkerên birîndar birine nexweşxaneyê.
Rojnewsê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku balafira bêmirov a Tirkiyeyê ye. Lê heta niha rayedarên Tirkiyeyê, ti daxuyanî nedaye. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.