Li Qeyseriyê balafira perwerdeyê ket: Du leşker mirin
Nêzîkî sê meh berê jî li Konyayê balafira leşkerî ya perwerdeyê ketibû û leşkerek miribû.

Li bajarê Qeyseriyê balafireke perwerdeyê ket û 2 pîlot mirin.
Wezareta Parastinê ya Netewî ragihand ku li Qeyseriyê balafireke wan a perwerdeyê ya cureyê SF-260D ketiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku heta niha sedema ketina balafirê diyar nebûye.
Di 14ê Adara 2024an de jî li Konyayê balafireke leşkerî ya perwerdeyê ketibû û leşkerek miribû.
(AO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.