Li Qamişloyê balafirên bêmirov 2 wesiyat bombebaran kirine
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku di êrişê de 3 kes mirine û 2 kesên din birîndar bûne.

Fotograf: ANHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Balafirên bêmirov duh (27ê Tîrmehê) li ser rêya di navbera gundê Xezne û bajarokê Til Merufê du wesayit kirine armanc.
Herêma navborî bi ser Qamişloyê ve girêdayî ye.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku di êrişê de 3 kes mirine û 2 kesên din birîndar bûne.
Navendê berpirsiyariya êrîşan xistiye stûyê Tirkieyyê, lê rayedarên Tirkiyeyê heta niha ti daxuyaniyek nedaye. (VC/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.