Li Pirsûsê di serdegirtinên malan de 12 kes hatin desteserkirin
Heta niha sedema desteserkirinan diyar nebûye û hatiye diyar kirin, dibe ku hejmara desteserkirinan zêde bibe.

Li Pirsûs, navçeya Rihayê vê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtine û di encamê de namzetên endamtiya meclîsa şaredariyê, û hevserokê navçeyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) jî di nav de 12 kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên di serdegirtina malan de bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Rihayê hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê ya Navçeya Pirsûsê.
Heta niha sedema desteserkirinan diyar nebûye û hatiye diyar kirin ku dibe hejmara desteserkirinan zêde bibe.
Her weha biryara nepenîtiyê li dosyayê ye.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.