Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Pirsûsê ya Rûhayê, êrîş û pevçûn li nav komên propaganda ji bo hilbijartinê dikirin de derketiye, bav û birayê Fadil Şenyaşarî hatine kuştin ew hatiye girtin.
Fadil Şenyaşar piştî ku li Nexweşxneya Gazî Yaşargîlî hatî dermankirin, polîsan ew desteser kiriye. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê biryara girtina Şenyaşarî daye.
Çi bûbû?
Serdozgerê Serdozgeriya Rûhayê, Sadî Doganî diyar kiriye di êrîşên li Pirsûsê de sê kes mirine, kesekê hatibû eşkerekirin ku miriye li nexweşxaneyê vejiyaye. Di bûyerê de 9 kes birîndar bûne.
Dema ku wekîlê AKPyî(Partiya Edalet û Pêşketinê) İbrahim Halil Yildiz li Pirsûsê ji bo hilbijartinê digeriya êrîş lê hatiye kirin. Medyaya herêmî di nûçeyan de diyar ku di êrîşan de çar kes mirine.
Ji ber bûyerê ti kes nehatine desteserkirin. Dozgeriyê ji bo sê kesan biryara girtinê daye.
(BK/MB)