Li Parîsê kesekî bi kêrê êrîş kiriye: 2 kes mirine
Li Parîs, paytexta Fransayê kesekî bi slogana “Allahûekber” “erîşî kesên li derdorê kiriye. Di encamê de 2 kes mirine, kesek jî birîndar bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkar ji hêla polîsên Fransî ve hatiye kuştin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Trappesa Parîsê, paytexta Fransayê, saetên nîvro kesekî bi kêrê êrîş biriye ser kesên li derdorê.
Li gorî zanyariyên pêşiyê êrîşkar bi dengê bilind gotiye “Allahûekber” û êrîş kiriye. Di encama êrîşê de 2 kes mirine, kesek jî birîndar bûye.
Hat aşkerikirin ku êrîşkar ji hêla polîsan ve hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya ku BBCyê spartiya ajansa nûçeyan a AFPyê, 50 kes ji Fransayê çûne Sûriye û Iraqê da ku beşdarî DAIŞê bibin.
Reutersê ragihandiye ku DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li Parîsê girtiye ser xwe. (PT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.