Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakistanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ketiye û li gor tesbîtên ewil 62 kes mirine.
Serokê Rêhesinên Pakistanê, Şêx Reşîd Ehmed daxuyanî da û ragihand, ekspresa Tezgramê ya ku ji Karaçiya li başûrê welêt diçû Revalpîndiya li bakurê welêt, nêzî navçeya Liyakatpurê ya bajarê Rehîm Yar Xanê piştî teqînekê agir pê ket.
Ehmed diyar kir, teqîn ji ber du tupên piçûk ên wek "ocaxa kampê" tê zanîn, çêbû û rêwî ji bo ku taştêya xwe amade bikin ev tup bi xwe ra birine. Ehmedî gotiye ku ji ber ku hin rêwiyan piştî teqînê xwe ji trenê avêtine, ew mirine.
Midûrê Emniyeta Rehîm Yar Xanê Amir Taîmur daxuyanî da malpera xeberan a Geo Newsê û diyar kir, ji ber ku agir bi temamî dora sê vagonan girt û ji ber teqînê jimara miriyan bûye 62.
Ji aliyê din va artêşa Pakistanê jî seba xebatên xelaskirin û tedawîkirinê doxtorên xwe şandin nexweşxaneyên herêmê û cihê qezayê.
Artêşê daxuyand ku wê seba rêwiyên rewşa wan giran e û seba şandina nexweşxaneyên din ambulansa firoke jî bişîne.
(MB)