Li taxa Gorentepeya Nisêbîna Mêrdînê ji ber hilbijartina mixtariyê pevçûn derketibû û di pevçûnê Hîlmî Akbûlûtê ku bi çekê birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin mir.
Li gorî nûçeya MAyê, di Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31ê Adarê de, di pevçûna ji bo mixtariyê li Taxa Gorentepeyê, Akbulut û Î.Y. (19) û Ş.A. (45) ji ber guleyên li bedena wan ketin birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê. Her weha piştî midaxeleya destpêkê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û ji wir jî ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Ji birîndaran Hîlmî Akbulut duh bi şev mir.
Dermankirina birîndarên din jî didome.
Di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de hin kes hatin desteserkirin û li gund tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.
(AS/AY)