Li Nîjeryayê serê 43 paleyan jêkirine û ew kuştine
Li bajarê Bornoyê sere 43 paleyan jêkirine û ew kuştine. Karker hatine binaxkirin. Tê payîn ku Boko Haram an jî DAIŞ ali Afrîkyayê birêxistinkirî ye ev qetlîam kiribe.

*Fotoğraf: Premium Times
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gundê Zabarmariyê, yê bajarê Bornoya Nîjeryayê 43 paleyên zeviyên birincê hatine kuştin. Komeke çekdar pale revandine, ew girêdane û serên wan jêkirine.
43 pale duh (29ê Çiriya Paşiyê) piştî merasîma cenazeyi hatine binaxkirin.
Tê texmînkirin ku Boko Haramê an jî DAIŞâ li Afrîkyayê xwe birêxistin dike ev qetlîam pêk aniye.
15 jin jî hatine revandin
Li gorî zanyariyên ji wê herêmê tên belavkirin 15 jin jî hatine revandin.
Çavkaniyekî/ê ji AFPyê re gotiye kesên hatine revandin ji eyaleta Sokotoyê ya li bakurê rojavayê Nijeryayê ne. Ji bo bixebitin çûne wî bajarî. (PT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.