Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Ondoyê ya li başur rojavayê Nîjeryayê dikeve, duh êrîşeke çekdarî li dijî dêrekê pêk hatiye. Di encamê de 50 kes mirine.
Endamê Meclîsa Eyaleta Ondo Adeyemî Olayemi bi CNN Internationalê re axiviye û diyar kiriye ku êrîşkar bi motorsîkletan hatine cihê bûyerê, ketine dêra bajarê Owoyê û “ketober gule reşandine”. Kesên ku di bûyerê de birîndar bûne, li Navenda Tenduristiyê ya Federal a Owoyê tên dermankirin.
Bijîşkê/a ku naxwaze navê xwe aşkere bike gotiye, herî kêm 50 kes mirine û di erîşê de gelek kes birîndar bûne.
Serokdewletê Nijeryayê Muhammed Buharî êrîş şermezar kiriye û gotiye: “Çi dibe bila dibe wê ev welat serî li ber xayînan û nebaşan netewîne û tarîtî li dijî ronahiyê bi ser nekeve.”
Waliyê Eyaleta Ondoyê Rotîmî Akeredolu bûyera navborî bi gotinên “Erîşekî kindar û şeytanî” ya li dijî mirovan pênase kiriye. Akeredolu diyar kiriye ku gelek hêzên ewlehiyê şandine ciyê bûyerê û ji bo vê êrîşê lêpirsîn hatiye vekirin.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Nîjaryayayê de derketine, êrîş di dema îbadetkirinê de bûye û rayedar hewl didin nasnameyên çekdaran aşkere bikin.
Tirkiyeyê peyama sersaxiyê weşandiye
Piştî bûyer hatiye bihîstin, Wezereta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê peyameke sersaxiyê weşandiye:
Wezaretê di daxuyaniyê de gotiye ku “Em ji ber mirina bi kêmanî 50 kesên sivîl ên bêguneh gelekî xemgîn ni ku li Eyaleta Ondoyê ya Nîjeryayê li dijî dêrêkê pêk hatiye”. Daxuyaniya Wezaretê bi van gotinan dewam kiriye: “Em bi tundî vê êrîşa hovane şermezar dikin û ji malbatên qurbaniyan, ji gelê Nîjeryayê û Hikûmetê re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin.” (SD/SY/FD)
*Stajyera bianet kurdiyê, Semra Yansîtê ev nûçe ji tirkî wergerandiye kurdî