Li Nîjerê derbe çêbûye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Nîjer, welatê rojavayê Afrîka, komek leşker derketine pêşberî televîzyona dewletê û ragihandine ku wan derbe kirine. Leşkerên derbekar diyar kirine ku wan Serokkomar Mohamed Bazoum desteser kirine.
Leşkeran ragihandine ku destûra bingehîn a welêt hatiye betalkirin, hemû sazî ji holê hatine rakirin û sînorên welêt hatine girtin.
Serokomarî: Artêş ji bo êrîşê amade ye
Serokomariyê derbarê derbeyê da daxuyanî daye û diyar kiriye ku leşkeran li dijî komarê serî hildane.
Di daxuyaniya Serokomariyê de hatiye destnîşankirin ku artêşê piştgirî nedaye serhildanê û weha hatiye gotin"Ger li ser hişê xwe neyên, artêş amade ye êrîşê bike."
Fermandar Amadou Abdramane ku yek ji leşkerên derbekar e ku beşdarî televîzyona dewletê bûye û gotiye, "Em wek hêzên ewlekarî û parastinê, ji ber xerabûna ewlehî û aboriya welêt, me biryar da ku dawî li vê rejîmê bînin."
(NT/AY)