Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 22.08 xulekan de bi pileya 5.1ê li Borê, navçeya Nîgdeyê pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin, navenda erdhejê gundê bi navê Obrûkê bûye û ser bi navçeya Borê ye.
Erdhej 6.97 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û ji ber erdhejê li Borê welatî ji malên xwe derketine. Erdhejê bandora xwe li bajarên Edene û Aksarayê kiriye û Ziyana can û mal çênebûye.
Yilmaz Şîmşek, Walîyê Nîgdeyê daxuyanî daye û gotiye, “Li hin malan de xesar hene. Avahiyê me yên hatibe rûxandin nîne. Welatiyên me hinek tirsiyane lê înşelah emê bi derfetên mezin yên dewleta xwe li gel welatiyên xwe bin. Konên me wê niha bên. Li Edeneyê ekîbên alîkariyê di rê de ne, ku xwedê beje erê emê vê birîna xwe bi hev re derman bikin. Ji hemû welatiyên me re derbasî be.”
Wezîr Mûrat Kûrûm: Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin
Mûrat Kûrûm, Wezîrê Bajarvanî û Hawirdorê li ser hesabê xwe yê Twîtterê aşkere kiriye û gotiye:
“Li Borê, navçeya Nîgdeyê erd hejiyaye û bandora xwe li bajarên derdorê kiriye. Ji welatiyên me yên ku erdhejê bandor lê kiriye re derbasî be. Heta niha ji hesarê çi îxbarek nehatiye. Li herêmê em bi ekîbên rêvebiriya bajarî re rewşê ji nêz ve dişopînin.” (TP/AY/FD)