Li New Yorkê kesekî bi wesayitekê êrîşî welatiyan kir, 8 kes mirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), li Manhattana New Yorkê êrîşkarekî êrîşî welatiyan kir. Bi êrîş 8 kes mirin 11 kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyeka fermî rewşa birîndaran baş e.
Suspect named in the NYC terror attack https://t.co/IVwsSnr3XD pic.twitter.com/A4PsU4GsKv
— CBS Evening News (@CBSEveningNews) 31 Ekim 2017
Midûrê Emniyeta New Yorkê, James O'Neillî eşkere kir ku ew kesê êrîş kirî mêrekê 29 salî ye û di bin çavdêriya polîsan de bû.
Li gor medyaya Amerîkayê ew kesê êrîş kirî kesekê bi navê Sayfullo Saipov e.
Trump: Çênabe tiştên bi vî awayî li Amerîkayê hebin
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser bûyerê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî:
In NYC, looks like another attack by a very sick and deranged person. Law enforcement is following this closely. NOT IN THE U.S.A.!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 31 Ekim 2017
“Welê dixweyî ku li New Yorkê kesekê gellek nexweş û derûniya wî têkçûyî êrîş kiriye. Hêzên parastinê li ser bûyerê lêkolînan dikolin. Çênabe tiştên bi vî awayî li Amerîkayê hebin.”(PT/MB)
Çavkanî: BBC, Sputnik, Reuters