Li gor rapora ku li ser malpera Daîreya Perwerdeya Eyaleta New Yorkê hatiye weşandin, di heyama 2018-2019an de li bajêr 114 hezarî zêdetir xwendekar "bêmal" dijîn.
Di raporê da hatiye gotin jimara xwendekarên "bêmal" di 10 salên dawî da qasî 40 hezar kesî zêde bûye.
Li gor raporê li New Yorkê li herêmên cuda 33 hezar û 961 xwendekarên bêmal hatine tesbîtkirin û bi tevahiyê eyaletê 148 hezar û 554 xwendekar bêmal in.
Serokê "Parêzerên ji Bo Zarokan" Kîm Sweetî gotiye ku ev pirsgirêkeke girîng e û wiha axivî: "Sedî 85ê xwendekaran reş in û xelkê Amerîkaya Latîn in."
Ji hêla din va Daîreya Perwerdeya Eyaleta New Yorkê ji bo alîkariya xwendekaran û tesbîta kesên "bêmal" 100 xebatkar wezîfedar kirine.
(MB)
*Çavkanî: Fatih Gazioğlu/AA