Li Namibyayê Adolf Hitler di hilbijartinê de biser ketiye
Adolf Hitler, siyasetmedarê Namibyayî di hilbijartinê de bi ser ketiye. Hitlerî gotiye, “Dema ez zarok bûm ev nav ji bo min tiştekî ji rêzê bû.”

Fotograf: Eagle FM Namibya
Adolf Hitler Uunona, li herêma Ompundjayê ya Namibyayê di hilbijartina herêmî de bi ser ketiye. Hitler di encama hilbijartinê de weke endamê meclîsa rêveber hatiye hilbijartin. Hilbijartin hefteya borî pêk hatiye û Adolf Hitlerî ji sedî 85ê dengan bi dest xistiye.
Hitlerî ji Bildê, rojnameya Almanî re gotiye, ti girêdaneke wî bi îdeolojiya Naziyan re nîne. Her weha diyar kiriye ku ti planeke wî nîne li cîhanê hukim bike.
Namibya yek ji mêtingeheke Almanyayê bû û weke gelek navên din navê Adolf Hitlerî jî di nava namibyayiyan de zêde bûn.
Adolf Hitler Uunona endamê Partiya Swapoyê ye ku desthilatdar e û li dijî rêveberiya mêtingeh û kêmarên çermspî têkoşînê dikin. (FD)
*Çavkanî: BBC
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.