Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Myanmarê di dema xwenîşandanên li dijî derbeya leşkerî de leşkeran gule bera ser çalakvanan dabûn û di encamê de komek welatî miribûn. Li gorî zanyariyên dawî hejmara miriyan gihîştiye 459an.
Di nava kesên mirine de herî hindik heft zarok hene ku temenê wan li jêr 15an e.
Li Myanmarê artêşê di 1ê Sibatê de derbeyek leşkerî pêk anîbû. Li ser vê rewşê welatiyan dest bi xwenîşandanên protestoyî kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Saziya Alîkariya Bi Girtiyên Siyasî ya Myanmarê (AAPP) rapora xwe ya rojane aşkere kiriye. Di vê raporê de hatiye diyarkirin ku di 14 saetên dawiyê de 36 kesên din mirine û li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 459an.
Li welêt heta niha leşkeran 2 hezar û 559 kes desteser kirine û 119 kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye dayîn, xwe vedişêrin. Dîsa li gorî heman zanyariyan, Artêşa Myanmarê li Herêma Hpapunê ya Eyaleta Karenê bi balafiran bombe avêtine û 3 hezar kes neçar mane ji cih û warên xwe derkevin.
NY: Komelkujî ye
Tom Andrews, Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekgirtî li Myanmarê tundkariya ku artêşa Myanmarê dike bi gotina “komelkujî” bi nav kiriye. (AO/FD)
Çavkanî: DW Tirkî, AA, New York Times