Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Myanmarê Wa Lone û Kyaw Soe Oo, her du nûçegihanên Reutersê serbest bûne ku heft sal cela li wan hatibû birîn. Lone û Oo nûçe li ser wî tiştî çêkiribûn ku tê de behsa qirkirina misilmanên Rohingyayê yên li eyaleta Rahkinê hatibû kirin. Di nûçeya her du nûçegihanan de hatibû gotin ku artêşa Myanmarê misilmanên Rohingyayê qir dike.
Wa Lone û Kyaw Soe Oo, di Kanûna Pêşiyê ya 2017ê de hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê. Nûçegihanên Reutersê piştî ku 500 rojan girtî man, serbest mane.
Daxwaza wan a temyîzê nehatibû qebûlkirin
Dadgeha herî bilind a Myanmarê 23yê Nîsana 2019ê daxwaza temyîzê ya her du nûçegihanan qebûl nekiribû.
Her du nûçegihan di encama efûyê de hatine berdan ku ji bo pîrozbahiyên serê salê ev biryara efûkirinê tê derxistin.
Wa Lone û Kyaw Soe Oo, di sala 2019ê de hêjayî Xelata Pulitzerê hatibûn dîtin û meha Kanûna Pêşiyê kovara Time ew weke “Kesayeta/ê Salê” hilbijartibû. (HA/FD)
Fotograf: AA