Li Mûşê polîsan bi ser malan de girtine: 18 kes desteser kirine
Polîsan li Mûş û navçeyên wê bi ser malan de girtine û bi kêmanî 18 kes desteser kirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan vê sibê li Mûş û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtine.
Li gorî nûçeya MAyê, di dema serdegirtinan de bi kêmanî 18 kes desteser kirine. Kesên desteserkirî birine navenda polîsan a Mûşê.
Ji ber ku beşdarî merasîma cenazeye Mîr Perwerî (Mehmet Şîrîn Aydin) bûne, polîsan ew kes desteser kirine.
Di 23yê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de li Parîsê, paytexta Fransayê li dijî Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kayayî êrîşek pêk hatibû. Mîr Perwer li gel Emîne Kara (Evîn Goyî) û Abdullah Kizilî can dabû. (NT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.