Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li paytexta Rûsya Moskowê Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd û Otonomiya Çandî û Federaliya Kurdên Rûsyayê “6. Konferansa Neteweya Kurd” lidar xist.
Di 15ê Sibatê 18. salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de li Moskowê Konferansa Neteweya Kurd hat lidarxistin. Parlementerên HDPê Osman Baydemir û Dîlek Ocalan, Hevseroka Giştî ya PYDê Asya Ebdula, Hevserokê Meclisa Rêveberiya Kantona Kobanê Enwer Mislim, parlementerên YNKê û Goranê û ji Rûsyayê jî gelek akademîsyen, siyasetmedar û nûnerên saziyan beşdarê konferansê bûn.
Hevserokatiya Rêveberiya Konseya KCKê jî peyameke nivîskî şand ji konferansê re.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê Nûnerê KNKê Selahattîn Soro, Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn Simyon Bagdasarov, Hevseroka Giştî ya PYDê Asya Ebdula, Parlementerê HDPê Osman Baydemir, Hevserokê Kontona Kobanê Enwer Mislim û Alîkarê Serokê Navenda Modelîzekirina Stratejîk Grigori Pavloviç di konferansê de axavtin kirin. Axavtinên hatine kirin bi vî rengî ne:
Soro: Rojhilata Navîn êdî bi helwesta netew-dewletê nayê birêvebirin
“Bêguman li hemû cîhanê krîzeke mezin pêk tê. Navenda vê krîzê jî Rojhilata Navîn e. Sedemeke vê krîza hanê jî sîstema netew-dewlet e. Yek ji encamê vê sîstemê rêxistinên terorî yên weke DAIŞê ne. Hêzên navneteweyî ligel hev dixwazin ku vê krîzê çareser bikin.
“Li Rojhilata Navîn divê nûkitinek were kirin. Derbarê çawabûna vê nûkirinê de hin helwestên cûda hene.
“Rojhilata Navîn êdî bi helwesta netew-dewletê nayê birêvebirin. Sîstema netew-dewletê krîza heyî gurtir dike.
“Divê li Rojhilata Navîn Konfederalîzma Demokratîk were avakirin. Gelê Kurd dixwaze di çareserkirina vê krîzê de rola xwe bilîze. Ji bo çareserkirina vê krîzê projeya herî girîng û baş Kurdan pêşkêş dikin.
“Em jî wekê hemû gelên dinyayê dixwazin ku li axa xwe bi nasnameya xwe ya azad bijîn. Ev xwestina dewleteke din nîn e. Ti derdê me bi sînoran re nîn e. Yê ji bo me girîng ew e ku em rê li ber azadiyê vebikin û gelê Kurd azad bikin.”
Bagdasarov: Navbera Rûsya û PYD/YPGê de pêywendiyên xurt hene
“Cara yekem partiyên Kurd bi vî rengî dicivin. Ev jî bo kesên ku dibêjin ‘yekîtî navbera kurdan de nîn e’ re bersiveke baş e.
“Dema ji bûyerên ku li Sûriyê destpê kirin vir ve pêywendiyên Rûsyayê bi Kurdan re her tim xurtir bûye. Pêywendiyên bi PYD û YPGê re di asteke girîng de ye.
“Li gorî min Birayên Misilman li Rojhilata Navîn alîgirê çareseriyê nîn in û di ser de jî dibin sedema gurbûna krîzê. Yanê bi kurtasî yên ku dibêjin wê krîz bi wan çareser bibe, di nav şaşîtiyeke mezin de ne.
“Tirkiye mudaxeleyê herêmê dike û bi vî awayî hewl dide ku gelê Kurd nebe xwedîstatu. Piştî mudaxeleya Cerablusê ber bi Babê ve pêş diçin niha. Lêbelê li gorî min hemû hewldanên wan dê pûç be.
Ebdulah: Di makeqanûna Sûriyê ku Rûsyayê amadekiriye de Otonomiya Kurdan heye
“Koalîsyoneke girîng li dijî DAIŞê çêbûye. Divê hêzên navneteweyî li dijî vê rêxistina dijmirovî piştgirî bidin gelê Kurd.
“Ev saleke koalîsyon hatiye avakirin. Lêbelê beriya vê yekê de jî Kurdan li dijî DAIŞê û rêxistinên wekê wê re bi hêza xwe cewherî têkoşînê dikir.
“Heta ku derbarê çareseriya krîza Sûrî de helwestên hêzên navneteweyî û hêzên herêmî de cugahî hebe çareserî çênabe. Bi taybetî heta ku Tirkiye piştgiriya ku dide ji DAIŞê re bidomîne, nemimkûn e ku DAIşê têk biçe û li herêmê îstîqrar were avakirin.
“Tirkiye naxwaze ku gelê Kurd li herêmê bibe xwedîstatû. Ji bo vê yekê rêxistinên weke DAIŞê ku di lîsteya hemû welatan de weke teror tê nîşandan.
“Bi taybetî divê gelê kurd bi teqez beşdarê civînên Cenevre-4î bibin.
“Divê di makeqanûna ji bo Sûriyê tê amadekirin de wekheviya jin-mêrê cih bigire.
“Rûsyayê ji bo Sûriyê makeqanûnek çêkir. Di makeqanûnê de behsa Otonomşya Kurdan tê kirin.”
Baydemir: AKPê derbeya siyasî kir
“Piştî hewldana derbeya leşkerî AKPê bi xwe derbeya siyasî pêk anî.
“Saziyên medyayê, akademî, Enstutiya Kurdî hatin girtin, rojnameger hatin girtin.
“Pirsgirêka Kurd bi riya demokrasiyê çareser dibe. Îro gelê kurd li Rojava federasyonê dixwazin. Em jî xwedî heman helwestê ne. Eger ku federasyon nebaş be çima li Almanya, Amerîka û Rûsyayê heye?”
Mislim: Em dixwazin Sûriye bi federasyonê were rêvekirin
“Rûsya li herêmê xwediyê hezeke girîng e. Di vê çarçoveyê de makeqanûna ku Rûsyayê amade kiriye, bo me gelek girîng e lê kêmasşyên wê jî hene.
“Kurdan projeya xwe diyar kirine û dixwazin Sûriye bi federasyonê were rêvekirin. Eger helwesta Rûsyayê bo daxwaza Kurdan erênî be, wê başti be.”
Pavloviç: Eger Tirk, Kurdan ji xwe re bikin dijmin wê têkbiçin
“Baweriya min ew ku wê piştî Serokê Amerîkayê guherî wê hin guhertinên li Rojhilata Navîn zûtir dê pêk were. Tişta girîng ew ku gelo Trump wê ligel şervanên azadiyê cih bigre an na? Dîsa gelo Rûsya wê peywîra xwe bi cih bîne an na?
“Di konferansê de nirxandinên girîng hatin kirin. Bi taybetî divê serkevtinên ku Kurdan li Rojava bi dest xistiye baş were dîtin.
“Dewleta Tirk zextên mezin li Kurdan dikin. Lê gelê Kurd wekê berê nîn e. Eger Tirk, Kurdan ji xwe re bikin dijmin wê têkbiçin.”
(EKN/YO)