Li Moskova, paytexta Rûsyayê li pêş apartmanekê têqîn pêk hat. Di teqînê de Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Radyolojîk, Kîmyewî û Biyolojîk ê Artêşa Rûsyayê Igor Kirillov û alîkarê wî mirine.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku teqînê li kolana Ryazanskiyê rû daye û du kes mirine.
Li gorî daxuyaniyê, bombe li ser scootereke karebayî hatiye danîn ku li ber avahiyê bûye.
Sputnikê jî daxuyand ku di teqînê de Igor Kirillov û alîkarê wî mirine.
Li gorî daxuyaniyê, hêza amûra teqemeniyê “bi qasî 200 gram TNT” bûye.
Her wiha hat destnîşankirin ku Komîteya Lêpirsînê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.
Igor Kirillo 54 salî bû û ji sala 2017an ve Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Radyolojîk, Kîmyewî û Biyolojîk ê Artêşa Rûsyayê bû.
*Çavkanî: Rûdaw