Li Minbicê teqîn çêbûye
Li Minbicê li derdora xwaringehekê teqînek çêbûye ku rêveberên Konseya Leşkerî ya Minbicê û heyeteke mêvan li xwaringehê rûniştî bûn. Di nava kesên mirî de leşkerên Amerîkî û sivîl jî hene.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Minbicê yê Sûriyeyê, li derdora herêma ku leşkerên hevpeymana navnetewî lê bûn teqînek rû daye.
Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de herî kêm neh kes mirine, dîsa herî kêm 19 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên ku şahidên bûyerê dane Sputnikê, teqîn li xwaringehekê çêbûye. Rêveberên Konseya Leşkerî ya Menbicê û heyeteke mêvan li wê xwaringehê bûne.
Vîviyan Fettah, nûçegihana Rûdawê ragihandiye ku di encama teqînê de du leşkerên Amerîkî mirine.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê diyar kiriye ku çar leşkerên Amerîkî li cihê bûyerê bûne, du ji wan mirine.
Li gorî nûçeya Euronewsê, di encama teqînê de 14 kes mirine. (EKN/FD)
* Foto: AA/Arşîv
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.