Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Mîlasê ya Mûglayê di kanaya Komurcuoglû Grûpê de duh (18ê Sibatê) saet 10.30 deqîqeyan de hezaz çêbûye. Di encama vê hezazê de karkerek miribû, yek jî birîndar bûbû.
Her weha du karker jî di bin hezazê de mabûn. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de di saetên êvarê de termê du karkerên din hatine dîtin. Lê hîna termê karkeran nehatiye derxistin.
Walîtiyê daxuyanî belav kiriye
Walîtiya Mûglayê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Li derdora Taxa Sarikayaya navçeya Mîlasê, di kanayekê de zinar ketine û karker di bin zinaran de mane. Di encama lêgerînê de tîmên rizgarkirinê termê karkerê sêyem jî dîtine. Ji bo her du karkeran ji bin zinaran derbixin li herêmê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin”.
Li herêma Taxa Sarikayayê nêzîkî 12 kana hene. Li van kanayan madena bi navê feldspatê tê derxistin ku niştecihên herêmê vê weke “madena spî” bi nav dikin û ev maden di çêkirina seramîkan de tên bi kar anîn. (TP/FD)