Li Mêrsînê êrîşî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê kirin
Alên partiyê yên ku li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li navçeya Akdenîzê hatibûn daliqandin, ji aliyê êrîşkarekî rûyê wî girtî ve hatin rakirin.

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê duh bi şev li dijî buroya hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Taxa Homurluyê êrîşek pêk hat.
Li gorî nûçeya MAyê êrîşkarê ku rûpoş li ber devê wî bûye , alên li ber buroya hilbijartinê rakiriye.
Rêxistina Bajarê Mêrsînê ya DEM Partiyê têkildarî êrîşê li navenda polîsan gilî kir.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.