Li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê li tenişta konê ku malbata Sûriyeyî lê diman, agir bi cihê xurdeyan ket û zarokek mir.
Li gor nûçeya AAyê li Taxa Sayê li kêleka konê ku malbateke Sûriyeyî lê diman agir bi cihê xurdeyan ket.
Li ser agahdar kirina malbatê ekîbên tenduristiyê, polîs û agirkujiyê çûnin cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku di şewata ku bi mudaxeleya tîmên agirkujiyê hat vemirandin de Fards Elxeyr (6) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê.(AO/AY)