Li Mersînê 12 kes hatine desteserkirin
Îro di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê de bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt.

Li Mêrsînê danê sibehê di serdegirtina malan de 12 kes bi îdiaya ku "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê de hatine desteserkirin, birine Rêveberiya Emniyetê ya Mêrsînê.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.