Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîneke ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de polisan li navçeyên Dêrik, Qoser, Midyad, Şemrex û Mehsertê bi ser malan de girtine û gelek kes desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDPê ya Navçeya Dêrikê Selma Ozcan, rêveberên HDPê Şenol Şan, Tevfîk Akyol, Dersim Yavûz û Diyar ku paşnavê wî nehatiye zanîn; li navçeya Midyadê de jî Serokê Komeleya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemîr Hobel û Serokê Komeleya Yekitiya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş hatine desteserkirin.
Li Êlihê jî polisan li navçeya Hezoyê Hevserokên HDPê yên Navçeya Berjîn Altan, rêveberê HDPa navçeyê Mehmet Baz û Endamê Meclisa Şaredariyê Îmadedîn Dînler desteser kirine û birine Miduriyeta Polisan a Navçeyê. (RT/AY)